Êrîşên artêşa tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê îro jî berdewam kir! -VÎDYO-

Êrîşên artêşa tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê îro jî berdewam kir! -VÎDYO-

Hate ragihandin ji doh ve Hêzên Artêşa Tirk, bi doçkayan êrîşî Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê dike û şervanên YPGê jî bersiva wan daye û di encama êrîşê de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest daye.

A+A-

Hat ragihandin ku doh bi şev êrişên artêşa Tirkiyê li ser deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bi moşekan topbaran kiriye û şervanên YPGê jî bersiv daye û bo demeke kurt şer derketiye.

 

Doh 30ê Cotmehê derdora ji saet 21.30ê pê ve artêşa Tirkiyê Girê Sipî bi doşkayê gulebaran dikin.

 

Ji aliyê din ve çavkaniyeke leşkerî ji Girê Sipî jî ragihand, ku di encama êrişa hêzên Tirkiyê de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest daye û şervanekî din jî birîndar bûye.

 

Êrîşên Artêşa Tirk îro 31ê Cotmehê jî berdewan kir û li gor agahiyan, li rojavayê Kobanê, li ser sînorî şerê di navbera Artêşa Tirk û YPGê de berdewam kir. Hat gotin êrîş, li dijî 3 gundên Kobanê hate kirin.

 

Herwiha şerê di navbera Artêşa Tirk û YPGê de, li sînorê Girê Sipî îro jî didome.

 

Ev yek di demekê de ye ku îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku ew dê li hemberî rojhilatê Firatê operasyoneke berfireh birêve bibin û got, wan plansaziya xwe ya ji bo vê yekê temam kirine.

 
Ji aliyekê din ve şêwirmendê pilebilind ê serokomarê Tirkiyê, Îlnur Çevîk ragihandiye, ku "topbarankirina pêgehên YPGê ji aliyê artêşa Tirkiyê, peyama dostaniya Enqerê bo Waşingtonê ye."
 
Herwiha hate ragihandin konwoyeke bi 5 wesayîtî ya Hevpeymaniya Nvdewletî bo cihê şerê di navbera YPG û TSKê hatiye veguhastin û li Grê Sipî dest bi dewriyeyan kir.
 
Herwiha hat ragihandin hêzên YPGê tanqeke artêşa tirk teqandin:
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin