"Êrişa Hewlêrê nîşan da ji bilî DAIŞê komên din yên terorîstî jî li Iraqê hene"

"Êrişa Hewlêrê nîşan da ji bilî DAIŞê komên din yên terorîstî jî li Iraqê hene"

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê, Rêber Ehmed ragihand, êrişa mûşekî ya Hewlêrê nîşan da ku ji bilî DAIŞê, komên din yên terorîstî hene.

Wezîrê navxwe yê Kurdistanê, Rêber Ehmed îro di merasima dest bikarbûna parêzgarê nû yê Hewlêrê, Umdê Xoşnav de gotarek pêşkêş kir.

Rêber Ehmed li ser êrişa mûşekî ya şeva 15 vê mehê li Hewlêrê axivî û got, ew êriş nîşan dide ku ji bilî DAIŞê komên din yên terorîstî jî li Iraqê hene û divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê û hêzên hevpeyman bi hevbeşî û hemahengiyeka zêdetir rûbirûyê wan bibin.

Rêber Ehmed her wiha got, mixabin hinek kesan ew reftara baş ya li rêbendan xelet bikar anîn û êrişî Hewlêrê kirin.

Wezîrê navxwe da zanîn jî, sê komîte li ser wê êrişê lêkolîn dikin û got, em li hêviya encamên lêkolîna wan komîteyan in. Kî di vê mijarê de tawanbar dê were sizadan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin