Erdoganî cardin Sincar hedef girt

Erdoganî cardin Sincar hedef girt

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan cardin ragihand ku di armanca wan de Qendîl û Şingal heye û got ku piştî wan deran dê berê xwe bidin Minbic û herêmên li rojhilatê Firatê.

A+A-

Recep Tayyip Erdogan di destpêka sala nû ya yasadanînê ya sîstema nû ya serokomariyê de li parlementoya Tirkiyê axivî.

 

Erdogan di axaftina xwe de got ku Şingal jî weke Qendîlê dibe û armaca Tirkiyê ew e ku nehêle ev yek pêk were.

 

Serokomarê Tirkiyê diyar kir: “Li Idlibê jî ji niha ve zêdetirî 60 hezar xelkê Sûriyê vegeriyan deverên ku welatê me garantiya parastina wan deveran daye.”

 

Recep Tayyip Erdogan herwiha got ku armanca wan a duyem ew e ku berê xwe bidin Minbic û herêmên li rojhilatê Firatê û got: “Emê di demeke nêz de vê yekê pêk bînin.”

 

Erdogan destnîşan kir: “Emê li gel Rûsyayê zemîna hevkariyê bêhtir bihêz bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin