Erdogan: Rêketina Minbicê baş birêve naçe

Erdogan: Rêketina Minbicê baş birêve naçe

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku rêketina di navbera wan û Amerîka de li ser pêşeroja bajarê Minbic yê Rojavayê Kurdistanê, baş birêve naçe.

A+A-

Piştî vegera wî ji Qerxîzistanê, Receb Teyib Erdogan ji rojnamevanan re axvî û derbarê Minbicê got: Ez karim bêjim em ne di wê xalê de ne, ya ku despêkê wezîrê me yê derve li gel Pompeo li ser Minbicê axivî bû. Ev bûyer tê piştguhkirin û divê em vê rastyê bibînin. Mixabin rêketin wekî hatiye kirin, bi başî birêve naçe.

Erdogan got jî: Di demên pêş de, herdu Wezîrên Derve û yê Berevanya Tirkiyê, wê li gel hevpostên xwe yên Amerîkî bicivin û hêvî dikim ku qunaxeke nû destpê bike û gavên nû ji bo Minbicê û Til Rif'etê bên avêtin.

Erdogan li ser egera civîna li gel Trump got: Trump daxwaza hevdîtinê ji min nekiriye û ez jî wê daxwazê nakim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin