Erdogan: Rêkeftina Edenê destûra ketina Sûriyê ye

Erdogan: Rêkeftina Edenê destûra ketina Sûriyê ye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 25ê Çile li bajarê Erzeromê gefa ketina Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê xwar û got ku wan dema bavê Beşar Esed ango 21 sal berê bi rêkeftina Edeneyê re destûra ketina hûndirê Sûriyê ji bo PKKê wergirtiye.

A+A-

Erdogan got, “Hewce nake hinek me dawet bikin. Me bi rêkeftina Edeneyê îmze standiye. Ev îmze dema pêşhateke nexweş çêbe rê li ber ketina me ya nav wan erdan vedike.”

Rêkeftina Edeneyê cara yekem, di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a du roj berê de hat rojevê ku Tirkiye dixwaze bikev Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê û ji xwe re herêmekê li wir ava bike.

Erdogan di axaftina xwe ya îro de jî gefa ketina Rojhilatê Firatê xwar ku wekî hincet jî paqijkirina terorê ango PYD/YPGê nîşan da.

Erdogan berevajî daxuyaniyên Amerîkayê got ku divê herêma ewle ya bê avakirin bi temamî di bin kontrola Tirkiyê de be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin