Erdogan: Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistan heye?

Erdogan: Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistan heye?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girt û got: “Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistan heye? Eger ew evqas Kurdistanê dixwazin, Kurdistan li Iraqê ye, bila biçin wê derê!”

A+A-

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li mîtînga partiya xwe ya li Erzinganê axivî û rexne li aliyên opozisyonê girt ku li dijî AK Partiyê bûne yek.

 

Recep Tayyip Erdogan, HDP weke piştevanê PKKê bi nav kir û got: “CHP û ÎYÎ Partî jî piştevaniya Qendîlê dikin û li dijî me milbimil in.”

 

Erdogan got: “Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistan heye? Niha ez ji we dipirsim, kesên ku CHP, Kemal Beg, qaşo ÎYÎ Partî bi wan re mil bi mil in çi dibêjin 'em dê li Kurdistanê bi ser bikevin, em dê li rojava jî AK Partî û MHPê ji holê rakin'. Eger ew evqas Kurdistanê dixwazin, Kurdistan li Iraqê ye, bila biçin wê derê!”

images.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin