ERDOGAN: KARÊ S-400AN QEDÎYA VEGER TUNE

ERDOGAN: KARÊ S-400AN QEDÎYA VEGER TUNE

Serokomarê Tirkîyê Receb Tayyîb Erdoganî daxwaza Amerîkayê ya li ser kirrîna S-400an red kir û got ew karê S-400an qedandine û bi ti awayî vegera wê tune.

A+A-

Erdogan da zanîn, ew bi ti awayî nikarin ji kirîna mûşekên S400an vegerin. Vegera ji kirîna S400an ne ehlaqî ye û bila ti kes hêvî neke ku Tirkiye paşde gav bavêje.

Erdogan tekez kir jî, wan bi Rûsyayê re lihev kirine û ew ê sîstema berevanîyê S-400an bikirin, piştre jî dibe ew S-500an jî bikirin.

Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.

Weke tê zanîn, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî ya S-400 bikire dê dorpêçên aborî bixin ser Tirkiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin