Erdoğan cardin gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Erdoğan cardin gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku ew dê li hemberî rojhilatê Firatê operasyoneke berfireh birêve bibin û got, me plansaziya xwe ya bo vê yekê temam kiriye.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna fraksiyona partiya xwe de diyar kir, ku heta pirsa Sûriyê neyê çareserkirin, nabe em bi awayekî aram li paşerojê binêrin.

 

Recep Tayyip Erdogan got, “Me operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê bi serkevtî birêve bir. Me bi awayekî giran li DAIŞ û PYDê xist. Me li Îdlibê pêşî li kêşeyeke mirovî girt.”

 

Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku wan ev yek jî bi piranî bi hevkariya Rûsyayê pêk aniye û destnîşan kirk u ew dê êrîşê ser rojhilatê Firatê jî bike: “Me plan û bernameya xwe çêkir. Di rojên derbasbûyî de me dest bi vê kir. Em dê operasyonên berfireh birêve bibin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin