ENKSê ligel Wezareta Derve ya Rûsya civiya

ENKSê ligel Wezareta Derve ya Rûsya civiya

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi serokatiya Serokê Komîteya Pêwendiyên ENKSê Kamîran Haco û Endamê Komîteyê Îbrahîm Biro, îro li Moskow, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya re civiya.

A+A-

Şanda ENKSê li Moskowê li Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mihail Bogdanov hevdîtinek pêk anî.

 

Şanda ENKSê, ligel Mihail Bogdanov pirsa Kurd li Sûriyê, rewşa wî welatî û Rojavayê Kurdistanê û gefa operasyona Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

 

Herwiha yek ji babetên hatine gotûbêjkirin, pirsa komîteya destûrî ya Sûriyê bû, û nûnertiya Kurdan bû di wê komîteyê de.

 

Di heman demê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û gefa operasyona Tirkiye, Komîteya Destûrê û pirsên din ên girîng girêdayî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di rojeva civîna ENKS û Wezareta Derve ya Rûsya de hatine gotûbûj kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin