ENKS û PDK-S: Divê PYDê rê li ber yekrêziyê veke

ENKS û PDK-S: Divê PYDê rê li ber yekrêziyê veke

Endamekî Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) amadebûna encûmenê bo yekrêziya hêz û aliyên Kurdî nîşan dide û daxwazê ji PYDê dike ku girtiyên wan berde û rê li ber vê yekrêziyê xweş bike.

A+A-

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf bal kişand ser vê yekê ku ji berî 2 salan û heya niha komek ji endamên wan li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin.

 

Tahir Hesaf daxwaz ji rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir, ku girtiyên siyasî serbest bêne berdan daku rê li ber nêzîkbûna di navbera tevahiya hêz û aliyên Kurdî de bê vekirin.

 

Hesaf ev yek jî anî ziman, ku heger yekrêzî hebe, dê gelê Kurd ji her gef û metirsiyekê bê parastin.

 

Li aliyekî din Rêveberê Kargêrî yê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) ragihand ku heya niha tu vexwendinname ji aliyê Kongera Netewî ya Kurd (KNK) ve ji wan re nehatiye û got heger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  bihêle ofîsên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vebin û girtî bêne berdan, ew amade ne ji bo karê hevbeş.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin