ENKS pêşeroja Rojava li gel Almanyayê gotûbêj dike

ENKS pêşeroja Rojava li gel Almanyayê gotûbêj dike

Endamê Desteya Serokatîya ENKS Nîmet Dawûd ragihand ku Almanya li navçeyê roleke mezin dibîne û bandora wê li ser pirsa Kurdan jî heye û ew dixwazin siberoja Rojavayê Kurdistanê li gel Wezareta Derve ya Almanyayê gotûbêj bikin.

A+A-

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Nimet Dawûd ragihand ku Almanya li navçeyê roleke mezin dibîne û bandora wê li ser pirsa Kurdan jî heye û ew dixwazin siberoja Rojavayê Kurdistanê ligel Wezareta Derve ya Almanyayê gotûbêj bikin, ji ber vê yekê şandeke ENKSê li Almanyayê ye.

 

Rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, bi awayekî bilez pêşhateyên nû dibîne. Li gel wan pêşhateyan, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji Rêveberiya Xweser li aliyekî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li aliyekî din, ketine tevger û pêwendiyên dîplomasî û siyasî ligel aliyên pêwendîdar bi wê rewşê re.

 

Di vê çarçoveyê de şandeke ENKSê serdana Almanyayê kiriye û dê îro li Berlînê ligel Wezareta Derve ya wî welatî bicive.

 

Serdana şanda ENKSê bo Almanya piştî serdana wê bo her yek ji Moskow û Waşingtonê tê.

 

Biryar e di hevdîtina xwe ya li gel Wezareta Derve ya Almanyayê de, şanda ENKSê hejmarekê ji mijaran gotûbêj bike, di serê lîsteya gotûbêjan de jî, mijara Navçeya Aram û Komîteya Destûra Sûriyê heye.

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Nimet Dawûd ragihand, ku girîng e welatên xwedî bandor dengê ENKSê bibihîsin.

 

Nimet Dawûd dibêje, divê Navçeya Aram bi birêvebirina xelkê deverê be û di jêr serperiştî û çavdêriyeke navdewletî de be, êdî ew vê nerîna xwe jî digihînin wan welatan.

 

Wî serkirdeyê ENKSê diyar kir ku ew dixwazin roleke Almanya di çareserkirina pirsên girêdayî Sûriyê de hebe, di nav de jî piştgiriya daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

 

Di ger û tevgerên xwe de, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê kar li ser wê yekê dike ku dengê xwe bigihîne aliyên xwedî bandor li ser pirsa Sûriyê, lê di praktîkê de, heta niha encamên wan tevgeran nehatine dîtin.

 

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin