Endamên malbata Sabanci bûn hemwelatiyên Maltayê

Endamên malbata Sabanci bûn hemwelatiyên Maltayê

Hat ragihandin ku endamên malbata dewlemend û naskirî ya Sabanciyan ji ber rewşa Tirkiyê ya nediyar derbasî hemwelatiya welatê Ewropayê, Maltayê bûne.

A+A-

Li gorî rojnameya Fermî ya Maltayê Suzan Sabanci Dinçer tevî du zarokên xwe û hevjînê xwe Çigdem Sabanci Bilen û Şevket Sabanci bûne hemwelatiyên wî welatî.

Malbata Sabanciyan malbateke ji karsazên herî mezin ê Tirkiyê ne ku di gelek warên cuda yên aborî, bazirganî û hilberînê de kar dikin.

Hêjayî gotinê ye, gelek nûçeyên ku desthilatdariya Tirkiyê ya Erdogan bûye sîstemeke zordestiyê ku derbarê têkçûna demokrasiyê û krîza aborî de nûçe di medya cîhanê de belav dibin.

Herwiha herî dawî rojnameya New York Times a Amerîkî di lêkolîneke xwe de ragihandiye ku welatiyên Tirkiyê yên naskirî û xwedî perwerdeyeke baş, ji ber tirsa deshilatdariyê, ji bo jiyaneke baştir û bi azadî bijîn terka Tirkiyê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin