Encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatin pesendkirin

Encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatin pesendkirin

Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.

A+A-

Endamê Encûmena Komîsyaran ê di Komîsyona Bilind a Hilbijartina û Rapirsyiyan a Herêma Kuridstanê Cotyar Adil ji Rûdawê re got: “Îro roja sêşemê (30-10-2018) Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê wek xwe pesend kir.”

 

Roja 30ê Îlonê hilbijartina gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û paşê jî şeva 20ê Cotmehê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê encamên dawî yên hibijartinê ragihand.

 

Li gor wan encamên fermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî, Nifşa Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Hevpeymaniya Îslahê 5 kursî, Hevpeymaniya Serdem kursiyeke û Lîsteya Azad jî kursiyek bi dest xistibûn.

 

Herwiha 11 kursî jî bo pêkhateyên Herêma Kuridstanê ne, ku ji wan 3 kursî bo Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî, 2 kursî bo Geşepêdana Tirkmenî, kursiyek bo Çaksaziya Tirkmenî, kursiyek bo Lîsteya Millet, kursiyek bo Bereya Tirkmenî û kursiyek jî bo Lîsteya Rafîdeyn e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin