Emîrê DAIŞê yê destê wî di şehîdkirina 200 Pêşmergan de heye hat girtin

Emîrê DAIŞê yê destê wî di şehîdkirina 200 Pêşmergan de heye hat girtin

Mehmûd Xurşîd nasnav bi Ebu Elî ku yek ji metirsîdartirîn çekdarên DAIŞê ye, hat desteserkirin. Berpirsekî asayişê jî dîyar dike ku destê wî di şehîdkirina zêdetir ji 200 Pêşmergan de heye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê grûpên Fetih û Qadisîye yên DAIŞê bû, beşdarî li hemû wan êrişan kirîye ku DAIŞê li sînorê Gulale û Qeretepe li dijî Pêşmerge encam dane. Bi gotina asayişê, “destê wî çekdarî bi xwîna zêdetir ji 200 Pêşmerge sor e.”

Newşêrwan Ehmed, Berpirsê Asayişa Germîyanê, derbarê wî berpirsê desteserkirî yê DAIŞê de dibêje, “Li gel komelek çekdarên din şer li dijî DAIŞê kirîye.Berî niha peywendîya wî li gel El Qaîdê hebûye û bi hatina DAIŞê bûye endamê wê rêxistinê. Di şerên Gulale, Tatran û Qeretepe de, li dijî Pêşmerge şer kirîye.”

Mehmûd Xurşîd piştî ku DAIŞ  têk çû, li herêma Cebare ku di bin kontrola Artêşa Iraqê de, bicih bûye, berî mehekê jî bi pasaporteke sexte, hatîye bajarokê Rizgarî li devera Germîyanê û xwe wekî kesekî kor daye nasîn.

Ew çekdarên DAIŞê ku ji alîyê asayişa Germîyanê ve hatîye desteserkirin, di yekem îfadeya xwe de got, “Di nav refên El Qaîdê de yekem car min li dijî hêzên Amerîkî şer kir. Sala 2008 El Qaîde nema. Piştî ku DAIŞ hat, min peywendî li gel wan danî û li navçeyên Keşkewl, Cumeyle û Bahizeyê, heta destpêkirina êrişên Hevpeymanan min pêdawîstîyên lojîstîkî digihand çekdarên DAIŞê.”

Mehmûd Xurşîdê 52 salî, xelkê gundê erebnişîn ê Tatran ye li Qeretepê û bû 11mîn berpirsê DAIŞê ku di heyama 3 mehan de ji alîyê asayişa Germîyanê ve hatine desteserkirin. 3 ji wan berpirsên DAIŞê yên hatine destesekirî, di pileya Emîr de ne.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin