Emerîka û Rûsyayê mijara Sûriyê gotûbêj kir

Emerîka û Rûsyayê mijara Sûriyê gotûbêj kir

Li Moskowa paytexta Rûsyayê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton ligel Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu civiya. Di civînê de herdû aliyan pirsa vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina etomî û dosyeya Sûriyê gotûbêj kirin

A+A-

Li ser maseya ku Wezîrê Berevaniya Rûsya û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka gihane hev, pirsa Sûriyê mijara sereke bû.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu ji bo Şêwirmendê Asayîşa neteweyî ya Amerîkayê John Bolton got: "Ez gelekî kêfxweş im ku li Wezareta Berevaniyê pêşwaziyê li te dikim, ez bi hêvî me ev civîn bibe derfetek bo cîgirbûna peywendiyên Amerîka û Rûsya, ez bawer im ev pêngavên biçûk di peywendiyan de baweriyê vegerînin navbera me. Ez derbarê dosyayên stratejîk de diaxivim, ez ê li ser Sûriyê biaxivim ku em herdem ligel hevrêyên xwe yên Amerîkî di peywendiyeke berdewam de ne, em naxwazin li ser erd û esmanê Sûriyê rûbirûyê hev bibin, derfet li pêşiya me heye daku em hemû pirsan gotûbêj bikin."

 

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton jî razîbûna xwe li ser nerîna Shoygu anî ziman, lê li gor dîplomatê Amerîkî Sûriyê dimîne cihê nakokiyê di navbera herdû welatan de.

 

John Bolton jî got: "Bêguman em ligel nerîna we hevra ne, derbarê Sûriyê de me nakokî gotûbêj kirin, gotûbêjên me sûdmend, berhemdar û profesyonel bûn, em bi hêvî ne li ser gotûbêjên derbarê Sûriyê de rêyên berfirehtir bidin ber xwe wek te got û karekî zêde jî bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin