
Emerîka: Çekdarên Daişê Yên Bîyanî Di Zîndanên HSD’ê De Hene
Wezîrê bergirîyê Emerîkayê raghand, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên Hêzên Suriya Demokrat (HSD) da hene.
Wezîrê bergirîyê Emerîkayê raghand, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên Hêzên Suriya Demokrat (HSD) da hene.
Mark Espir ragihand, pêwîste Birîtanîya û welatên din yên Ewrupî bi berpirsyaretiya xwe rabin derbarê hewandina çekdarên Daişê yên bîyanî.
Bi gotina wî, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên HSDê de girtîne û hebûna wan li bakurê rojavayê Sûriyê cihê metirsîyê ye.
Got jî: Ew li gel hevtayê xwe yê Brîtanî behsa vê mjarê dê bike û daxwaz ji Birîtanîyayê dê bike ku çekdarên xwe yên Birîtanî ji Sûriyê veguhêze.
Li gor hinek amaran di navbera 250-300 çekdarên Daişê yên Birîtanî di zîndanên Rêveberîya Xweser de hene.
Her wiha di derheqê Husiyan got jî: Mafê Seûdîye ye berevanîyê ji xwe bike û dijî êrîşên nîve rojaneyên Husyîan reweste ku rojane li dijî wê dihên encamdan.
Derbarê Îranê jî Êsper got: Îran çavkaniya arîşeyên deverê ye nemaze li Yemen, Suriya û Lubnanê û dixwaze mûşekên navokî jî berhem bihîne.
Ew wezîrê Emerîkayê got jî: Waşington dixwaze Îranê rakêşe ser rêya dîplomasîyê û me divêt gotûbêja wê yekê bikin ka çawa suriştî bin û destê wê di duristkirina arîşe û terorê de nebe û eger ew destên xwe ji wê yekê helgirin gelek arîşe çareser dibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin