“Em hêvîdarin Kurd li ser rêbaza Selahedîn Eyûbî biçin”

“Em hêvîdarin Kurd li ser rêbaza Selahedîn Eyûbî biçin”

Di kongreya îsal de babeta sereke Filîstin bû, nûnerekî filistînî jî bi vê helekvtê behsa peywendiyên dîrokî yên Kurd û Filistîniyan kir.

A+A-

 

Şewket Herkî-RÛDAW

Li Enqerê bi beşdariya gelek alim û seyda û nûnerên tevgerên îslamî, Kongreya Yeketiya Îslamî hate lidarxistin. Îsal mijara sereke ya kongreyê mijara Filistînê bû. Di kongreyê de heman demê rewşa Rojhilata Navîn ya piştî DAIŞê û mijarên weke Keşmîr û Îslamafobiya jî hatin nirxandin. Di kongreyê de hejmareke kêm ji kesayetiyên Kurd jî beşdar bûn.

Li Paytextê Tirkiyê, Enqerê Kongreya Yekîtiya Îslamî hate encamdan û di kongreyê de ji gellek welatên cîhanê mêvan amade bûn.

Di kongreya îsal de babeta sereke Filîstin bû, nûnerekî filistînî jî bi vê helekvtê behsa peywendiyên dîrokî yên Kurd û Filistîniyan kir.

Allan Bilal dibêje: “Çi li Iraqê be, çi li derveyî Iraqê, birayên me yên Kurd, birayên me yên misilmanin û neviyên Selahedîn Eyûbî ne, û ew bûn ku ummeta Îslamê kirin yek û Filistîn ji destê xaçperestan rizgar kir Em bi hêviya xwedê ne, ku ew li ser rêbaza Selahedîn biçin, ku hemû ummeta Îslamê li ser wî yekdeng in.”

Di kongreyê de, heman demê mijarên weke Keşmîrê, îslamafobiya û xirabbûna rewşa welatên îslamî jî hate kirin. Ji Herêma Kurdistanê jî tenê nûnerê Tirkiyê yê  Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, ji Bakurê Kurdistanê jî çend kesayetên serbixwe di kongreyê de amade bûn.

Nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê li Tirkiyê, Loqman Baskederî jî ji Rûdawê re axivî û got: “Gellek zarûr e ku hem weke dîn hem weke netewe em Kurd beşdar bin û ji van civînan bêpar nebin. Weke şêx di çendîn kongreyên bi vî şêwî de em hazir bûne û me weke derfet zaniye ku em qezîyeya Kurdî di gel wan behs bikin û bînin rojevê û munaqişe li ser bikin.”

Beşdarbûyekî din ê kongreyê, Mehmet Burkan jî dibêje: “Di mijarên dînî de hesasiyetên Kurdan gellek in. lê yan dengê wan dernakeve yan jî ew û yên ku van civînan dikin hevdû nas nakin.”

Li ser venexwandina hizb û aliyên Kurdî jî, Rêveberekî Kongreyê dibêje ku wan tenê Emîndarê Yekgirtûya Îslamî, Selehadîn Behaedîn vexwendine û ew yeke jî ne ji ber helwesteke siyasî, lê tenê ji ber tijîbûna bernameyê bûye.

Rêveberê Giştî yê Kongrê, Hasan Bîlmez di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Me tenê Emîndarê Yekgirtûya Îslamî, Selehedîn Behaedîn, weke mêvan vexwand. Ew jî lêborîna xwe ragihand û li şûna xwe nûnerekî xwe şand. Nexêr me aliyên din banghêşt nekirin. Lê ev nahê wê wateyê ku em wan êdî qet dawet nakin. Di encamê de dema got cîhana îslamê hemû aliyan bixwe ve digire. Rast e, Quds bo misilmanan giring e. Dema me got “Ummet” bakurê Iraqê jî eleqadar dike.”

Kongreya Yeketîya Îslamî  yekemîn care tê lidarxistin. desteya rêveber ya kongreyê biryar  da ku sala 2020ê jî  kongre bi beşdariyeke mezinttir her dîsa di nava meha îlonê de li stenbolê were encam dan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin