
Efrîn/ mînek bi welatiyên sivîl de teqiya
Li gundê Goliya Jorîn ê ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve mîneke(teping) vedayî bi hejmarek kesan de teqiya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
A+A-
Li gorî çalakvanên Herêma Efrînê, roja Duşembiyê 29ê Cotmeha 2018ê li gundê Goliya Jorîn mînek bi traktoreke çandiniyê de teqiya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da. Herwiha ji ber teqîna mînê 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor heman çalakvanan, welatiyê bi navê Elî Beşîr canê xwe ji dest daye û her du birayên wî birîndar bûne ku birînên yek ji wan pir giran in û her du lingên wî jê bûne.
Li gorî zanyariyan, dema her sê bira diçûne nav baxên xwe yên zeytûnan, mînek bi wan de teqiyabû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin