
Efrîn/ Komên çekdar bi hev çûn
Li Efrînê li ser parvekirina dirav û tiştên diziyê di navbera komên çekdar yên alîgirên Tirkiyê de şer derket, herî kêm 3 çekdar hatin kuştin.
A+A-
Li gorî agahiyan, duh bi şev li Efrînê di navbera çekdarên koma Hemze û Ehrar'ul-Şerqiye de li ser pavekirina dirav û tiştên ku ji xelkê Efrînê dizîne û talan kirine, şer derket.
Hat gotin ku di wî şerî de herî kêm 3 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Çend roj berê jî di navbera heman komên çekdar de ji ber heman sebeban şer derketibû, herî kêm 10 çekdar hatibûn kuştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin