Efrîn | Kalemêrê Êzidî ku nexwest mala wî bikin mizgeft hate revandin

Efrîn | Kalemêrê Êzidî ku nexwest mala wî bikin mizgeft hate revandin

.

A+A-

Hate ragihandin ku li Efrînê Kurdekî Êzidî yê 70 salî bi navê Fewzî Ehmed Elî, çima ku qebûl nekiriya mala xwe bide çekdaran hatiye revandin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Efrînê, bûyer li navçeya Şêrewa gundê Basûfanê qewimî ye û welatiyê bi navê Fewzî Ehmed Elî (70) yê daxwaza çekdarên bi ser Tirkiyê ve red kiriye û mala xwe nexwestiye bide wan.

Hate diyarkirin ku çekdaran gotiye, ew ê mala wî bikin mizgeft û wî jî qebûl nekiriye û paşê hatiye destgirkirin. Malbatê daye zanîn ku çarenivîsa kalemêrê Kurd nediyar e û nizanin ew birine ku derê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin