EFRÎN/ Jinek jî tê de 9 welatiyên Efrînî hatin revandin!

EFRÎN/ Jinek jî tê de 9 welatiyên Efrînî hatin revandin!

Rojek nîne ku nûçeya revandina Efrîniyan nekeve rojevê. Hate ragihandin îro jî Gruba Sûltan Selîm a opozîsyona Sûriyê ku artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike li bajarê Efrînê 9 welatiyên kurd revandin, di nav wan de jinek heye.

A+A-

Çalakvanên torên civakî wêneyên hejmarek kurd belav kirin û ragehandin ku, ew welatî li gundê Demilya ya nahiya Mabata hatine revandin û da zanîn ku, di nav wan de jinek jî heye.

Li gor çalakvanan ew welatiyên hatine revandin evin: Sîdo Silêman Hîcî temen 25 saliye, Newaf Welîd Elo temen 18 sal, Afdar Rifet Elo 18 sal, Ciger Hisên Ebdulah 35 sal, Mihemed Elî Hîcî Omer 65 sal, Ehmed Mehmûd Hemo ku, bi navê Ebu Cebel naskiriye temen 35 sal, Elî temen 65 sal Fatime Fexrî Elî 49 sal û dermansaz Fexrî Qadir Elî temen 35 sal.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin