EFRÎN/ Encumena Xwecihî karê xwe sekinand

EFRÎN/ Encumena Xwecihî karê xwe sekinand

Encûmena Xwecihî ya Efrînê ji ber binpêkirinên hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê biryar da, ku karên xwe rawestîne, heta ku çareyek ji wan hêzên çekdar re tê dîtin û sînorek ji wan re tê danîn.

A+A-

Hate ragihandin, ku çekdarên Lîwaya Sultan Murad û çekdarên Ehrar El-Şerqiye zilm û zoreke mezin li xelkê dikin, malên wan talan dikin û bi zorê pereyan ji xelkê distînin.

 

Van grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ve li Efrînê zindanên taybet çêkirine û kesên girtî davêjin wan zindanan.

 

Ji ber wan kiryarên grûpên çekdar Encûmena Xwecihî ya Efrînê doh karê xwe daye rawestandin.

 

Tê çaverêkirin, ku di navbera encûmena xwecihî û waliyê Efrînê de hevdîtinek li ser rewşa vê herêmê were kirin.

 

Herwiha rêxistinên civaka sivîl li Efrînê doh 1ê Tîrmehê ketin gireva giştî ya kar.

 

Rêxistinên Civaka Sivîl, di daxuyaniya xwe de diyar kirine, sedema vê girevê ew e ku binpêkirinên hêzên çekdar li dijî xelkê Efrînê zêde bûne.

 

Di heman daxuyaniyê de hatiye, ku daxwazên wan ew in, ku hemû girtî bêne berdan, hêzên çekdar ji herêma Efrînê bêne derxistin, û Odeya Ewlehiyê li nav avahiya Encûmena Şaredariyê nemîne, proseyên destdanîna ser mal û milkê welatiyan rawestin, dizî bê rawestandin, çek ji koçberên biyanî bêne standin û rêbendên wan bêne rakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin