
Ebdulkerîm Omer: HSD û nenavendîbûn xetên me yên sor in
.
Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer parastina statuyên HSD û nenavendîbûna Rojavayê Kurdistanê ji bo wan xetên sor in.
Ebdulkerîm Omer beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê Peymana 10ê Adarê, dan û standinên bi Şamê re û pêşeroja Sûriyeyê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Omer diyar kir ku di sala nû de dê ji bo bicihkirina bendên peymanê gavên nû werin avêtin.
"Dê li Şamê civîneke di asta herî bilind de were kirin"
Ebdulkerîm Omer eşkere kir ku civîna ku biryar bû 29ê mehê were kirin ji ber barîna berfê û hinek sedemên teknîkî hatiye bipaşxistin.
Omer da zanîn ku dê di demeke nêzîk de li Şamê bi beşdariya Amerîkayê wekî aliyê garantor civîneke di asta herî bilind de were lidarxistin û got:
"Ez di wê hêviyê de me ku di vê civînê de hinek xalên sereke yên Peymana 10ê Adarê werin bicihkirin.
Mijara tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav Wezareta Parastinê de û tevlîbûna hêzên Asayîşê di nav Wezareta Karên Navxwe de dê were nîqaşkirin. Her wiha mijarên petrol, gaz û deriyên sînorî jî di rojevê de ne."
Omer destnîşan kir ku heta niha ji ber desttêwerdanên Tirkiyeyê û helwesta hikûmeta demkî diyalogeke cidî çênebûye lê niha derfeteke nû peyda bûye ku mizgîniyekê bidin miletê xwe.
Rûdaw: Ez ê ji Peymana 10ê Adarê dest pê bikim. Em ketine sala nû de, ev mijar hem li ser asta siyasî hem jî di nav xelkê de tê nîqaşkirin. Gelo bicihanîna vê peymanê nêzîk bûye?
Ebdulkerîm Omer: Gelek zehmetî û astengî li pêşiya wê hene lê bi giştî ez dikarim bêjim ku di sala nû de, piştî bipaşxistina wê civîna 29ê mehê ya ku ji ber şertên hewayî û barîna berfê nehat kirin, em bi hêvî ne. Ez bawer dikim dê di demeke gelekî nêzîk de civîneke di asta herî bilind de li Şamê were lidarxistin ku Amerîka jî wekî aliyê garantor tê de amade be. Ez bi hêvî me ku di vê civînê de hinek xalên sereke yên Peymana 10ê Adarê werin bicihkirin. 7ê Cotmehê li Şamê li ser tevlîbûna hêzên me yên leşkerî di nav Wezareta Parastinê de û tevlîbûna hêzên me yên hundirîn di nav Wezareta Karên Navxwe de lihevkirinek çêbûbû. Me û Şamê bi rêya Amerîkayê pêşniyarên xwe dan hev. Ez di wê hêviyê de me ku li ser mijara HSDyê, asayîş, petrol, gaz û deriyên sînorî nîqaşên cidî çêbibin.
Rûdaw: Tu vê mizgîniyê didî gelê me, gelo ev gelekî nêzîk e? Di rojên li pêşiya me de ye?
Ebdulkerîm Omer: Rast e, dê di demeke nêzîk de were kirin. Bipaşxistina civînê ne ji ber sedemên siyasî bû. Di wê civînê de dibe ku hinek biryar werin standin û hinek bendên Peymana 10ê Adarê werin bicihkirin. Ev mizgîniyek e ji bo tevahiya xelkê Sûriyeyê. Xelkê me ji şer westiyaye û pêdiviya wan bi hinek rehetî û aramiyê heye. Mifteya guherînê li Sûriyeyê şikandina wê yekrengiyê ye. Vegera li sîstema navendî ne pêkan e. Dubarekirina navendîbûnê tê wateya vegera rejîmeke dîktator û radîkal a ku bingehê wê Îslama radîkal be. Ev yek ji aliyê xelkê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin.
Rûdaw: Piştî rûdanên li Siwêda û herêmên Elewiyan, gelo Şam û Amerîka gihîştine wê baweriyê ku divê sîstema hikumraniyê li Sûriyeyê federal be yan jî nenavendî be?
Ebdulkerîm Omer: Tiştê herî girîng hilweşandina rejîma Beas û Esed bû. Niha em di qonaxa derbasdar de ne. Derfetek peyda bûye ku xelkê Sûriyeyê li hev bike. Dewletek piştî 60 salên zordestiyê û 14 salên şerê navxweyî, divê nûnerên pêkhateyên wê li ser maseyê rûnên û li ser nasnameya dewletê û sîstema hikumraniyê li hev bikin. Divê pişt re komîteyeke pispor destûrekê binivîse û di kongreyeke neteweyî de were erêkirin. Piştî "Tofana El-Eqsayê" dîzaynkirineke nû ji bo Rojhilata Navîn çêdibe. Sûriye di pêgeheke jeosiyasî ya girîng de ye. Niha Sûriye ketiye rewşeke nû de ku pêwendiya wê bi NATO, Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê re heye. Civaka navneteweyî gihîştiye wê biryarê ku bi sîstema navendî îstîkrar li Sûriyeyê çênabe.
Rûdaw: Sûriye ber bi kîjan hikumraniyê ve diçe? Ber bi federaliyê ve yan nenavendîbûnê?
Ebdulkerîm Omer: Em wekî Rêveberiya Xweser bêhtir behsa nenavendîbûnê dikin. Nenavendîbûna ku em dikarin li ser li hev bikin. Xelkê me yê Siwêdayê daxwaza serxwebûnê kir, Elewî behsa federalîzma siyasî dikin. Nenavendîbûna ku em dibêjin divê parvekirineke dadperwerane ya hemû samanên niştimanî û desthilatdariyê li xwe bigire. Mînaka Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakeke gelekî baş e ji bo tevahiya Sûriyeyê. Ya girîng ne nav e, naveroka nenavendîbûnê ye.
Rûdaw: Gelo dan û standinên li ser destûrê û sîstema rêvebirinê dest pê kirine?
Ebdulkerîm Omer: Mijara herî sereke ku em li ser nîqaş dikin ew e. Hevdîtinên di navbera General Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de, her wiha hevdîtinên me û Îlham Ehmedê yên bi Wezîrê Karên Derve Şeybanî re li ser vê yekê bûn. Divê ragihandina destûrî were guhertin. Şam tevlîbûna me wekî "radestkirinê" dibîne lê em dibêjin ev "hevbeşî" ye. Mafê Kurdan ne daxuyaniyeke serokkomar e, mafekî destûrî ye. Em li ser mafên xwe yên siyasî, çandî, ziman û perwerdeyê rijdin û em gavan paş ve navêjin.
Rûdaw: Şêwazê tevlîbûna HSDyê ya di nav Wezareta Parastinê de dê çawa be?
Ebdulkerîm Omer: Bi saya xwîna bi hezaran şehîdan nemumkun e em gavan paş ve bavêjin. Em Sûriyeyî ne û em dixwazin Sûriyeyeke nû û nenavendî ava bikin. Ew sê firqeyên HSDyê yên ku dê tevlî Wezareta Parastinê bibin, dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin. YPJ jî dê li herêmê bimîne. Tenê lîwaya antî-terorê dikare li deverên din ên Sûriyeyê operasyonên hevbeş bike. HSD û nenavendîbûn ji bo me xetên sor in. Ev yek yekîtiya Sûriyeyê diparêze. Heta niha artêşeke neteweyî nehatiye avakirin, hinek komên di bin cezayên navneteweyî de hene ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî komkujî kirine. Em nûnertiya artêşa neteweyî ya rastîn dikin.
Rûdaw: Gelo hêzên din ên artêşa Sûriyeyê dê werin navçeyên we?
Ebdulkerîm Omer: Na, tiştekî wisa nîne. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin. Tu hêzên din derbasî axa me nabin. Em pêşniyar dikin lîwayeke sêyem jî ji bo parastina sînor were avakirin ku ew jî dê ji HSDyê be.
Rûdaw: Rola Amerîkayê di vê derbarê de çi ye?
Ebdulkerîm Omer: Peymana 10ê Adarê bi alîkariya Amerîkayê hat îmzekirin. Amerîka hewl dide ku em û hikûmeta demkî li hev bikin. Rola herî girîng a Amerîkayê garantorî ye çimkî bawerî di navbera me û wan de nîne.
Rûdaw: Di destpêka sala 2026an de peyama te ji bo miletê me çi ye?
Ebdulkerîm Omer: Lozan bi dawî bû. Kurd di sedsala 21ê de dê ne bêbeş bin. Em niha bûne aktorekî girîng. Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê ya di navbera Rêber Apo û dewleta Tirkiyeyê de, helwesta Tirkiyeyê guherî. Êriş rawestiyan û diyalog dest pê kir. Niha Tirkiye ne li dijî wê yekê ye ku em û Şam li hev bikin. Tenê dixwazin her du pêvajo bi hev re bimeşin. Atmosfereke pozîtîf di navbera me û ENKSyê de heye. Pêwendiyên me bi Hewlêrê re xurt dibin. Sedsala 21ê dê bibe sedsala Kurdan. Ez wekî Kurdekî 65 salî niha azadiyê dijîm û ez gelekî kêfxweş im. Kurd dê di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de roleke mezin bilîzin.
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin