Doza Medeni Yıldırım birêve çû

Doza Medeni Yıldırım birêve çû

Doza Medeni Yıldırımê ku di 28ê Hezîrana 2013ande li Licêya Amedê bi gulebarandina leşkeran canê xwe ji dest dabû îro hate dîtin. Di rûniştinê hate taloqkirin.

A+A-

Medeni Yıldırım, di 28ê Hezîrana 2013an de li Licêya navçeya Amedê bi encama guleberdana leşkerên tirk, canê xwe ji dest dabû. Di danişîna îro de, 7emîn Dadgeriya Cezayên Giran a Amedê biryara taloqkirinê da. 

Parêzer Reyhan Yalçındağ Baydemir got, bi awayekî keyfî çek hatine bikaranîn û heta niha îfadeya peywirdarên pilebilind ên ku fermana guleberdanê dane, nehate girtin.

Berî niha dadgeha herêmî, di derbarê Leşker Adem Çiftçi de biryara serbestberdanê dabû lê ev biryar ji Dadgeha Îstînafê vegeriyabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin