Doza Demirtaşî/ Wergera biryara DMMê çû dadgehê

Doza Demirtaşî/ Wergera biryara DMMê çû dadgehê

Wezareta Dadê ya Tirkiyê, wergera biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji dadgehê re şand, ku niha li Girtîgeha Edirneyê tê girtin.

A+A-

Wezareta Dadê ya Tirkiyê, doh wergera biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de ji 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê re şand. Demirtaş nêzîkî du sal e li Girtîgeha Edirneyê tê girtin.

 

Piştî biryara DMMEyê, parêzerên Demirtaş ji bo azadkirina wî serî li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dabûn. Doh ji ber wergêra biryara DMMEyê temam nebûbû ti biryar nehatibûn dayîn. Dadgehê, wergêra parêzerên Demirtaş li ber çav negirtibû.

 

Parêzerê Demirtaş, Mahsunî Kahraman li ser hesabê xwe yê medya civakî ev pêşhateya han ragihand û got: "Ji xeynî yekser azadkirina birêz Demirtaş, ti bijardeyên din nînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin