Di sala 2018ê de 323 hezar kesî ji Tirkiyeyê koç kiriye

Di sala 2018ê de 323 hezar kesî ji Tirkiyeyê koç kiriye

Li gorî daneyên TUİKê ya derbarê Koçberiya Navnetewî de di sala 2018ê de rêjeya kesên koçî Tirkiyeyê kirine ji sedî 23,8 zêdetir bûye.

A+A-

Li gorî daneyên TUİKê ya derbarê Koçberiya Navnetewî de di sala 2018ê de rêjeya kesên koçî Tirkiyeyê kirine ji sedî 23,8 zêdetir bûye. Li gorî vê encamê sala 2018ê 577 hezar û 457 kesan koçî Tirkiyeyê kiriye. 323 hezar û 918 kesî jî ji Tirkiyeyê koç kiriye.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) “Îstatîstîkên Koçberiya Navnetewî” yên sala 2018ê aşkere kiriye. Li gorî van daneyan, di sala 2018ê de rêjeya kesên koçî Tirkiyeyê kirine ji sedî 23,8 zêde bûye û bûye 577 hezar û 457. Ji sedî 52,7ê wan mêr, ji sedî 47,3yê wan jî jin bûne.
110 hezar û 567 kesên koçî Tirkiyeyê kirine, welatiyên Tirkiyeyê, 466 hezar û 890 kes jî biyanî bûne.


Rêjeya kesên ji Tirkiyeyê koç kiriye ji sedî 27,7 zêde bûye


Di heman salê de rêjeya kesên ji Tirkiyeyê koç kiriye ji sedî 27,7 zêde bûye û gihiştiye 323 hezar û 918 kesan. Ji sedî 53,3yê van mêr, ji sedî 46,7ê van jî jin bûne. 136 hezar û 740 kes welatiyên Tirkiyeyê, 187 hezar û 178 kes jî biyanî bûne.


Herî zêde iraqiyan koçî Tirkiyeyê kiriye


Bi rêjeya 23,6ê herî zêde iraqiyan koçî Tirkiyeyê kiriye. Li dû wê bi rêjeya 9,6ê afganî, bi 8,4ê sûriyeyî, bi 7,5ê turkmenistanî, bi 6,8ê jî îranî tên.
Dîsa bi rêjeya 20,6ê herî zêde iraqiyan ji Tirkiyeyê koç kiriye. (HA/FD)
Di sala 2018ê de 323 hezar kesî ji Tirkiyeyê koç kiriye
Li gorî daneyên TUİKê ya derbarê Koçberiya Navnetewî de di sala 2018ê de rêjeya kesên koçî Tirkiyeyê kirine ji sedî 23,8 zêdetir bûye. Li gorî vê encamê sala 2018ê 577 hezar û 457 kesan koçî Tirkiyeyê kiriye. 323 hezar û 918 kesî jî ji Tirkiyeyê koç kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin