Di pêvajoya hilbijartinê de alternatîfek: "Tifaqa Welatperwer û Demokrat"

Di pêvajoya hilbijartinê de alternatîfek: "Tifaqa Welatperwer û Demokrat"

Proseya hilbijartinên herêmî yên 31 Adarê destpê kir. Li aliyekî din partî û tifaqan namzetên xwe diyar dikin, li aliyekî din YSKyê bi nîqaşan xwe ji hilbartinan re amade dike.

A+A-

Di vê proseyê de partiyên Kurdan jî di nav xebat û libatê de ne.

Li aliyekî, hin parti û rêxistinên wekî, PDK, PDK-T, Hereketa Azadî, PÎA, DDKD, DBP, KKP, di bim sîwana HDPê de dikevin hilbijartinan û HDP çend namzetên wan bo hin şaredariyan wek berbijêr nîşan dan.

Li aliyekî din jî bi gotara "çi siyaseta xendekan çi siyaseta qeyyûman" herdu partiyên PAK û PSKê li hev civiyan û Tifaqa "Namzetên Welatperwer û Demokrat" ava kir û li hin bajar û navçeyan dicivin û Komîsyonên hilbijartinê ava dikin û lezê dan xebatên hilbijartinê.

Bi vê hilkeftê serokên herdu partiyên PAK û PSKê, li ser siyaset û xebatên Tifaqa Namzetên Welatperwer û Demokrat agahî dan Kurdistan24ê.

 

Li gorî nirxandina Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk; dê tifaqa wan bibe alternatîf. Ozçelîk dixwaze ku li Bakurê Kurdistanê hişmendî û siyaseta neteweyî ya Kurdistanî were pêşxistin.

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk ji K24ê re got: "Em ê ji gelê xwe re bibêjin ji şer re na; ji çareseriya siyasî re erê. Em ê ji gelê xwe re bêjin ew siyaseta xendek û barîkatan rê ji AKP'ê û Dewleta Tirk re jî xweş kir. Em ê qala welatê xwe û miletê xwe bikin. Em ê qala bajarên xwe bikin ku çawa bi awayekî zelal em ê xizmeta gelê xwe bikin."

Li gorî nirxandina Rêveberên PAK û PSK'ê mesele ne tenê bidestxistina şaredariyan e; mesele zêdebûna hişmendiya niştîmanî ye. PAK û PSK dixwazin li potansiyela neteweyî xwedî derkevin û bi destê şaredariyên ku bi dest bixin, giraniyê bidin pêşvebirina çand û Zimanê Kurdî.

Li gorî daxuyaniyên Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek; bi tunehesibandin û tundiyê, Pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Tek amaje dike ku ew ê bi bername û projeyên şarevaniyê nîşan bidin ku rêveberiyên herêmî dikarin çawa xizmeta çareserkirina Pirsgirêka Kurd bikin.

Serokê Giştî Yê PSKê Mesûd Tek ji K24ê re got: "Em bedîlê sîstemê ne, em bedîlê siyaseta xelet a Kurdîstanê ne. Em qeyûman jî qebûl nakin; siyaseta xendekan jî qebûl nakin. Em dixwazin bibin xeta sêyemîn û ji bo Kurdistana Bakûr bibin dengekî welatperwer û demokrat."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî ji bo Hilbijartina 31'ê Adarê, 4 tifaq ava kirine. Rêveberên PAK û PSK amaje dikin ku ev tifaqên hatine avakirin, ji bo mafên Kurdan ên niştimanî tiştekê nakin lê ew ê bi "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" bibin alternatîf û ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan têbikoşin. PAK û PSK bi piştgirîkirina namzedên serbixwe cara yekemîn e ku tevlî hilbijartinan dibin lê rêveberên herdu partiyan dibêjin; tevî kêmderfetiyê dê bangeşiyeke xurt bimeşînin û dê li çend bajaran dengên zêde bigirin.

(k24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin