
Di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de xalên gumrikê têne rakirin
Îro xalên gumrikê di navbera parêzgehên Kerkûk û Neynewa bi Herêma Kurdistanê re tên rakirin.
A+A-
Hate ragihandin, Serokê Desteya Gumrikên Iraqê pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin Rakan Seîd re kir û ji wî re got ku xalên gumrikê di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê rake.
Hat diyarkirin jî, biryar e heta îro êvarê ew biryar bikeve warê cibicîkirinê û xalên gumrikê yên di navbera Kerkûk û her yek ji Silêmanî û Hewlêrê de bêne rakirin.
Ev yek di demekê de, îro danê sibê bo heyama 2 demjimêran xala gumrikê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê û Silmaniyê de hatibûn rakirin, lê piştre careke din hat danîn û dest bi kar kir.
Li gor destûra Iraqê nabe xala gumrikê di navbera parêzgehên Iraqê de were danîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin