
Di êrîşên Tirkiyê de zarokeke 12 salî canê xwe ji dest da
Artêşa Tirkiyê gundekî Girê Sipî yê li Rojavayê Kurdistanê gulebaran kir û di encamê de zarokeke 12 salî hat kuştin.
A+A-
Doh êvarê leşkerên Artêşa Tirkiyê ji pêgehên xwe li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re, gulle berdan gundê Til Findir ku bi dûrbûna 7 kîlometereyan dikeve rojavayê Girê Sipî û di encama wê êrîşê de, keçeke 12 salî hat kuştin, ku gulleberdan heta demekê dirêj kir.
Li gor zanyariyên ku herî dawî navê wê zarokê, Sara Refet Mistefa ye û dîmenên wê keçikê belav bû ku dema doxtor hewl didin jiyana wê ji mirinê rizgar bikin, lê keça 12 salî jiyana xwe ji dest da.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin