Di 9 mehan de 76 bûyerên kuştin û xwe kuştina jinan hatine tomar kirin

Di 9 mehan de 76 bûyerên kuştin û xwe kuştina jinan hatine tomar kirin

Li gor amarên rêveberîya giştî ya tekoşîna dijî tundîya jin û malbatê ya wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê, di heyama 9 mehên borî ya îsal de hemûyê 375 bûyerên tundîya dijî jinan hatîye tomar kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor amarên rêveberîya giştî ya tekoşîna dijî tundîya jin û malbatê ya wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ku wêneyekî ji BasNewsê re hatîye rêkirin de tê gotin: ‘’Di heyama 9 mehên borî yên îsal de 375 bûyerên tundîya dijî jin û malbatê li herêma Kurdistanê hatîye tomar kirin û 8 hezar û 509 doz jî hatine vekirin.’’

Li gor heman amaran: ‘’Di heyama wan 9 mehên borî de 30 jin hatine kuştin û 46 jinên din jî bixwe xwe kuştine û 125 jin şewitîne û 81 jinan jî xwe şewitandine û herwaha 93 bûyerên destdirêjîya seksî jî hatine tomar kirin.’’

Li Rojhilatê Kurdistanê di salekê de 201 bûyerên binpêkirina dijî jinan hatîye tomar kirin

Li gor amarên hatine tomar kirin li navenda Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw di heyama sala borî de 25ê Mijdar a 2018ê heta 25ê Mijdara sala 2019ê 201 bûyerên binpê kirina maf dijî jinan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine tomar kirin.

Li gor raporta Hengaw amar waha ne:

-Li gor amarên Hengaw di vê yek sala borî de 5 jinên kurd li girtîgehên Îranê de hatine darve kirin.

Ewe 5 jin, 2 kes ji wan xelkê bajarê Urmîyê ne, 2 jin xelkê Sine ne û jinek jî xelkê Mîyanduwaw bûye û bi tometên kuştina qesdî li girtîgehên Mihabad, Sine û Urmîyê hatine darve kirin.

Li gor heman çavkanîyên raporta Hengaw di sala borî de 30 jinên kurd ji alîyê navendên ewlehîyê yên Îranê ve hatine girtin û 14 jin xelkê parêzgeha Sine ne, 8 jin xelkê parêzgeha Kirmaşan in, 7 jin xelkê parêzgeha Urmîyê ne û jinek jî xelkê parêzgeha Îlamê bûye û bi tometên sîyasî û çalakîyên sivîl hatine girtin.

Herwaha di sala borî de ji ber tometên çalakîyên sîyasî û sivîl 5 jinên kurd ji bo her yek ji wan 7 sal û şeş meh cezayê girtîgehê hatîye dayîn.  

Li gor Hengaw sala borî de herî kêm 31 keç û jinên kurd hatine kuştin, ku piranîya wan bi destê kesûkar û malbatên xwe ve hatine kuştin.

Li gor wê raportê 10 jin li parêzgeha Sine, 8 jin li parêzgeha Kirmaşanê, 8 jin li parêzgeha Urmîyê, 3 jin li Îlamê û jinek jî li Loristanê hatine kuştin.

Di sala borî de 130 keç û jinên kurd li Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jîyana xwe anîne. Li gor raporta Hengaw piranîya sedemê xwekuştina jinan ji ber pirsgirêkên malbatî û hejarî bûye û herwaha ji ber xirabûna rewşa derûnî ew bûyer pêkhatine.

Ji wan 130 kesan, 77 jinan xwe daliqandine û xwe xeniqandine, 20 jinan xwe şewitandîye, 26 jinan jî bi rêya xwarina hebên jehrî ve, 7 jinan bi çek dawî bi jîyana xwe anîne.

Li parêzgeha Urmîyê 51 jinan xwe kuştîye, li parêzgeha Sine 34 jinan xwe kuştîye, li parêzgeha Kirmaşanê 23 jinan û ji Îlamê jî 22 jinan xwe kuştine û dawî bi jîyana xwe anîne.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin