Di 2 salan de 130 kolber hatine kuştin

Di 2 salan de 130 kolber hatine kuştin

Tevî metirsîyan jî hejmarîyê berê bi hezaran malbatên ji neçarî daye vî karî. Lê gelek caran kolberên Kurd rastî teqeyên hêzên Îranê tên û li gor amarekê, di nava 2 salên bihorî de bi kêmanî 130 kolber ji alîyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kolberî li sînorê di navbera Rojhilat  û Başurê Kurdistanê de, dîrokeke dûr û dirêj bi qasî dîroka kêşana vî sînorî heye. Bi salan e kolberî take çavkanîya dabînkirina debara malbatên Kurd ên li ser sînor e. Tevî metirsîyan jî hejmarîyê berê bi hezaran malbatên ji neçarî daye vî karî. Lê gelek caran kolberên Kurd rastî teqeyên hêzên Îranê tên û li gor amarekê, di nava 2 salên bihorî de bi kêmanî 130 kolber ji alîyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Beşeke zêde ya rûniştvanên herêmên ser sînor ku li gor hinek amarên ne fermî, hejmara wan nêzikî 300 hezar kes e û roj li pey rojê ew hejmar zêdetir dibe, berê xwe dane kolberîyê.

Kolber bo peydakirina parîyekî nan, divê herî kêm 10 heta 20 kîlometran, bi kêmanî 50 kîloyan li ser milên xwe bibe. Kolber karê xwe ‘parîyekî nan bi nirxê can’ binav dikin. Eger ji mînên çandî yên paşmayên şerê Iraq-Îranê rizgar bibî û serma te nekuje, wê demê divê rêyekê bibînin bo derbasbûna ji bazgeh û pasewanên sînor bibînin.

Roj nîne li ragihandinê nûçeyên kuştin û birîndarbûna kolberan bi teqeyên hêzên emnî yên Îranê û rûdanên siruştî û teqînên mînan, belav nebin ku dawîn rûdan reqbûna du birayên bi navên Kawe û Ferhad bû ku temenê wan li jêr 18 sal bû li navçeya Tete ya di navbera Merîwan û Hewramanê bû.

Di heyama yek du salên derbasbûyî de, berpirsên Îranê behsa rêkxistina sînor kirine û sozên cîyawaz dane. Lêbelê jibilî qedexekirina kolberîyê ti pêngaveke berbiçav neavêtîye ew jî bi tohmeta ‘metirsî bo ser asayişa welat’. Her ew hatîye xwestin ji hêzên parastina sînor ku bi tundî rûbirûyê kolberan bibin.

Ebdulreza Rehmanî Fezil, Wezîrê Navxwe yê Îranê, derbarê çareserkirina pirsgira kolberan dibêje, dewletê biryar daye ku kolberîyê bi temamî nehêle û li şûna wê 15 bazaran li ser sînor vebike.

Husên Zulfeqadir, Cîgirê Sîyasî û Asayişa Wezareta Navxwe ya Îranê jî dibêje, li gel guhertina li yasa û rênimayan de, “êdî tiştek bi navê kolberîyê nemaye, nizanim kê ev peyva kolberîyê dahêna ye ku hem kêşeyê bo xelkê û hem bo berpirsan anîye.”

Hinek ji berpirsan û dezgehên Komara Îslamî ya Îranê, kolberan bi qaçaxîya kelûpelan li sînoran dizanin. Ev di rewşekê de ye ku Rêberê Komara Îslamî Elî Xaminêyî, pêştir gotibû mebesta ji berengarbûna qaçaxîyê, ‘berengarbûna kolberan nîne’.

Li gor amarên rêxistina Hengaw a mafên mirovan, bi dirêjahîya sala 2018an herî kêm 231 kolberên kurd bûne qurbanî, ji wan 71 kes mirine û 160 kes jî birîndar bûne.

Her li gor amaran, 156 kes wate ji sedî 67 bi teqeyên hêzên çekdar ên Îranê bûne qurbanî ku 53 ji wan hatine kuştin û 103 jî birîndar bûne. 42 kes wate ji sedî 18 bi rûdanên siruştî û 19 kolber jî di encama teqînên mînan û 14 kolber jî ji ber rûdanên hatinûçûnê bûne qurbanî.

Her li gor amarên heman rêxistinê, sala derbasbûyî, 254 kolber bûne qurbanî ku 76 ji wan hatine kuştin û 178 kes jî birîndar bûne. Amarên qurbanîyan berwird bi sala 2018an ji sedî 10 zêde bûne.

Sala 2019an, 197 kolber bi ber teqeyên hêzên çekdar ên Îranê ketine ku 51 ji wan hatine kuştin û 146 kes ji wan jî birîndar bûne. Herwiha 23 kolber bi rûdanên siruştî mirine û 20 kolbe rjî birîndar bûne. 12 kolber di encama teqînên mînan de canên xwe ji dest dane û 11 kolber jî birîdnar bûne. 2 kes jî di rûdanên trafîkê de bûne qurbanî ku yek ji wan mirîye.

Piranîya qurbanîyan ji ber teqeyên hêzên çekdarên Îranê bûne. Li gor çalakvanan teqekirina rasterast a hêzên emnî yên ser sînor li kolberanî teqekirine korane nîne, bi wan hatîye raspardin ku kolberan bikujin.

Parêzer Husên Ehmedî Nîyaz ku li Holendayê niştecih bûye, dibêje, “Kolberî peyveke dariştî nîne bo anîna kêşeyan bo berpirsên Îranê. Lê berhema 40 sal hejarî, bêkarî, cîyawazî û ne wekhevîyê ye ku dewletê sepandîye bi ser navçeyên Kurdnîşîn.”

Ehmedî Nîyaz ku berî niha parêzerê çend dosyeyên kolberan bûye, dibêje, “Dadgehên Îranê sîstemeke gelek aloz hene. Li cihê ku mafê xelkê hejar biparêzin, di berjewendîya hikûmetê de biryar didin.” Her ji ber hindê ti ji wan dosyeyên ku wî kar tê de kirîye di berjewendîya kolberan de yekla nebûne.

Sala 2017 dewletê, pêşnûmeyek pesend kir û biryar da kolberîyê bi temamî ragire û li şûna wê bazirganîyê bixe şûnê, lêbelê ev piranîya kolberan li xwe nagire. Herwiha baceke giran li ser wan kelûpel û tiştan danîye ku tên hawirdekirin. Her ji ber wê yekê kolber li ser şêwaza xwe berdewam bûn.

Li gor wê Pêşnûmeya Rêkxistina Rênimayên Sînoran, karta kolberîyê ku pêştir bi kolberan hatibû dayîn, pûç dibe û li şûna wê heta kurahîya 20 kîlometran li ser sînor, karta bazirganîyê bi berpirsên malbatên gundnîşîn tê dayîn. Bi kartê bazirganî her malbatek dikare mehane bi qasî 500 tumen kelûpel hawirde bikin.

Hîwa Selîmî ku rûniştvanê Merîwanê ye, dibêje, “Dahata mehane ya 500 hezar tumen dadî xercên malbatekê nade û dewlet bi cîbicîkirina vê pêşnûmê ye, şert û mercên jîyana  xelkê ser sînor dijwartir dike.

Muhsîn Bîglerî, nûnerê bajarên Seqiz û Banê li parlamentoya Îranê ji Rûdawê re ragihand, “Biryara dewletê, jîyan û berjewendîyên xelkê rûniştvanên ser sînor dixe metirsîyê. Ji sedî 80ê xelkê navçeyê bestratewe bi wê dahata bi rêya sînor bi dest dikeve.” Bîglerî herwiha dibêje, “Weke nûnerê xelkê em wê ji dewletê çaverê dikin ku wan sozên berî niha bi xelkê dabûn, bicih bîne û di zûtirîn dem de wê pêşnûmeyê sererast bike.”

Her derbarê wê de, Ebdulkerîm Husênzade, nûnerê bajarên Nexede û Şino li parlamentoya Îranê û endamê komîsyona avedankirinê, dibêje sînor derfeteke baş didin Îranê bo geşkirina aborîyê, bi mercek bi başî sûd jê bê wergirtin.

Husênzade ji Rûdawê re ragihand, “Dema Îranê nekarî asayişa sînoran pêk bîne û li navçeyên sînorî sermayeguzarîya aborî û pîşesazî bike, nikare hêvî li wê hebe ku rewşa kolberan rêk bixe û ji wê rewşê rizgar bike.”

Heta niha çend carekê nûnerên Kurd li parlamentoya Îranê, anîne rojevê û daxwaz kirine yasayek di berjewendîya kolberan de der biçe, lêbelê nekarîn komdengîyê bo bidest bixin.

Dawîn projeyasa ku nûnerên Kurd pêşkêş kiribûn, derbarê qedexekirina teqekirina kolberan bû.

Celal Mehmûdzade, weke gellalekarê vê projeyasayê dibêje, “Eger ev projeyasa li parlamentoyê bê pesendkirin, heta radeyeke zêde pêşîyê li kuştina kolberan digire.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin