Dêrezor: 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Dêrezor: 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

.

A+A-

 HSDyê diyar kir ku li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê di 2 êrişên cuda de 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye û 7 şervanên wan jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞê li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê bi otomobîleke bombebarkirî êrişî xaleka wan a leşkerî kiriye.

HSDyê di berdewamiyê de got:

“Xwekujê ku otomobîl diajot, nêzîkî deriyê sereke yê xala me ya leşkerî bû û xwest derbasî hundirê xala serbazî bibe.

Lê şervanên me rûbirûyê wî bûn û wan nehişt ku derbasî hundir bibe.

Ji ber wê jî terorîst neçar ma ku otomobîla xwe li ber derî biteqîne.

Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 şervanên me jî birîndar bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî HSDyê eşkere kir ku di dema ku şervanên wan birîndarên xala leşkerî derman dikirin û cenazeyên şervanan radikirin de milîsên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê êrişî wan kirine.

Li gorî daxuyaniya HSDyê şervanekî wan jî ji ber êrişa milîsên Hikûmeta Sûriyeyê canê xwe ji dest daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin