Der Spiegel: Eger heye Erdogan li dijî Kurdan bi Esedî re aşt bibe

Der Spiegel: Eger heye Erdogan li dijî Kurdan bi Esedî re aşt bibe

Kavara Almanî Der Spiegel dibêje, beramberî destûrdana operasyoneke li dijî Kurdan, eger heye ku Erdogan bi Beşar Esadê Serokê Sûriyê re aşt bike.

A+A-

Kovara heftane ya Almanyayê Der Spiegel, bi gotarekê mijara siyaseta li Sûriyê nirxand û got  beramberî destûrdana operasyoneke li dijî Kurdan, eger heye ku Erdogan bi Beşar Esadê Serokê Sûriyê re aşt bike û Kurdên li Bakurê Sûriyê bihêz in, ji ber ku piştgiriya Amerîkayê winda dikin rewşa têkiliya herdu serokên Sûrî û Tirkiyê wê biguhere.

Kovarê herwiha bibîr xist ku têkiliya berê ya Esed-Erdoganî ku xweş bû, li gor berjewendiya herdu aliyan bu ku di dîrokê de têkiliyeke wisa dostane, kêm dihate dîtin. Bes piştî krîza li Sûriyê derkete holê, helwesta Erdoganî yekser guherî û li ser rûxandina Esedî bi rik bû lê van demên dawî Erdoganî gotara rûxandina rejîma Esedî pir kêm kiriye, sedema vê yekê jî bihêzbûna YPGê bixwe ye ku pêşaniya Erdoganî ku pêşî rûxandina Esedî bû guherî û aniha pêşaniya wî ya nû ev e ku li Sûriyê, bi pêşengiya YPGê avakirina herêmeke xweser a Kurdan e.

Kovarê herwiha got piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Kurd û Tirkiye ketine rikberiyê ku bi aliyên Rûsya û Sûriyê re rêkeftinê bikin ku rayedarekî Kurd ragihandibû, hêzên Kurdî dikarin bikevin nav artêşa Sûriyê.

Kovarê bibîr xist ku roja 23ê Çileyê di hevdîtina digel Erdoganî de Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putînî Rêkeftina Edenê xistibû rojevê û got: "Heke Rêkeftina Edenê bê sepandin, fersendek dikeve destê Tirkiyê ku li YPGê bixe, beramberî vê  jî dê Erdogan naçar bimîne Esed weke Serokê rewa yê Sûriyê nas bike. Wisa dixuye ku Erdogan her diçe nêzîktirî vê pengavê dibe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin