Demîrtaş: Li Tirkiyê Kurdistanek heye

Demîrtaş: Li Tirkiyê Kurdistanek heye

Selahattîn Demirtaş ku bi rêya SEGBISê ji bo doza giştî ya li ser hatiye vekirin parastina xwe kir. Demîrtaşî tawanên li ser axaftina di derbarê zimanê Kurdî de got: Li Tirkiyê Kurdistanek heye lewma zimanê Kurdî rewa ye.

A+A-

Demirtaş doh li hember Dadgeha Enqerê dest bi parastina xwe kiribû ku îro 24ê Çileyê jî parastina wî berdewam dike. Di doza giştî ya Demirtaş de, 142 sal ceza jê re tê xwestin ku niha jî ji dozeke din bêhtirî 5 salan cezayê girtîgehê lê hatiya sepandin.

Demirtaş di parastina xwe ya  doh de bi giranî li ser tohmetbarî û hincetên dozvekirinê yên ji bo axaftinên wî yên siyasî û xwedîderketina li zimanê Kurdî rawestiya û got, “Li Tirkiyê Kurdistanek heye, lewma jî mafê perwerdeya zimanê zikmakî mafekî meşrû ye.”

Demirtaş xwedî li hemû gotar û daxuyaniyên xwe derket û dozên lê hatine vekirin jî wekî komployeke bi hevkariya FETO û AKPê rave kir ku niha dozgerên dosyeya wî di girtîgehê de ne û ew dîsa jî tê darizandin.

Demirtaş di destpêka danişîna îro de jî bertek nîşanî fezleyekên dema parlamenteriyê ji bo wî hatine amadekirin û niha ji wan tê darizandin da û ji heyeta dadgehê re got, “Hiqûq û ehlaq ber hev re ne. Ger hurmeta we ji hiqûqê re hebe hûn bi ehlaq in, heke hûn bi ehlaq bin jî divê hûn hurmetê ji hiqûqê re bigirin.”

Demirtaş di danişîna îro de destnîşan kir ku daxuyanî û hewlên wan ên sala 2011an ên dawîanîna şer û tundiyê herwiha siyaseta AKPê û dewleta Tirkiyê bû ku niha ew ji ber wan daxuyaniyan têne tawanbarkirin û dadgehkirin.

Parastina Demirtaş a li dadgeha Enqerê dê îro heta êvarê berdewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin