Demirtaş: Divê digel partiyên Kurdî tifaqê pêk bînin

Demirtaş: Divê digel partiyên Kurdî tifaqê pêk bînin

Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtiye, ragihand ku divê partiya wî bo hilbijartina 31ê Adara 2019a hevpeymaniyeke berfireh pêk bîne.

A+A-

Selahattin Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya li gel Medya Haber TVyê de behsa hevpeymaniyeke berfireh bo HDPê kir û got: “Ger em bi hevpeymaniyeke berfireh û bi rêbazên demokratîk berbijêrên li gor daxwaza xelkê derxînin, bêguman em dê bi wergirtina dengekî zêde di hilbijartinê de serkevtî bibin.”

 

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê destnîşan kir ku divê berbijêr ji aliyê xwecihên herêmê ve werin diyarkirin û got: “Li gor baweriya min divê bi taybetî di çarçoveya hevpeymaniyeke li gel partiyên Kurdan de ji kevneşopiyên cuda yên siyasî berbijêrên li gor van krîteran û bi taybetî tekez divê berbijêrên ku dê nûnertiya kîtleya me ya mihafezekar bikin, bi awayekî xurt di lîsteyan cih bigirin.”

 

Demirtaş li ser gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû “ger di vê hilbijartinê de jî kesên bi terorê re peywendîdar derkevin, em dê bi qeyûman li rêya xwe berdewam bikin”, ragihand: “Ev yek gefxwarina li xelkê ye bi rêya qeyûma û tunehesibandina îradeya xelkê ye. Dixwazin bi vî awayî xelkê ji sindoqan dûr bixin. Divê ti kes wiha nefikire. Divê xelkê me biçe ser sindoqan û îradeya xwe azad nîşan bide.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin