
Demirtaş: Cezayên we jî gefên we jî nas nakim!
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, li ser pesendkirina cezaya di derheqê xwe de daxuyanî da û got: "Ez ceza û gefên dadgeha ku di bin fermana desthilatdar de ye, nas nakim."
A+A-
Demirtaşî, li ser hesaba xwe ya twitterê, di derbarê pesendkirina biryara 26emîn Dadgeha Cezayê ya Stenbolê de ku 4 sal û 8 meh cezaya zindaniyê bo Demîrtaşî birrîbû daxuyanî da.
Demirtaşî got "Bikin, nabêjim nekin. Lê bi qet nebe bi vî qasî eşkere, bi xamî û rezîlane nekin. Ez çi biryara cezayê çi jî gefên vê dadgehê nas nakim ku di bin fermana desthilatê de ye. Hûn tenê dikarin bedenên min û hevalên min di zindanê de bihêlin. Her tiştên din jî hû winda dikin."
Demirtaşî herwiha got hemû dadgerên sûcdar wê rojekê werin darizandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin