De Mistura derbarê egera şerê Idlibê de hişyarî da

De Mistura derbarê egera şerê Idlibê de hişyarî da

Şanderê Netewên Yekgirtî bo krîza Sûriyê, Staffan de Mistura derbarê koçberbûna xelkê Idlibê de hişyariyê dide, eger ku hikumeta Sûriyê êrişî ser wê parêzgehê bike.

A+A-

Staffan de Mistura di konferanseke rojnamevanî de li Cinevê hişyarî da, ku di egera êrişa hikûmeta Sûriyê bo ser Idlibê de xelk bibe qurbanî û got: Metirsiyeke mezin heye ku Bereya Nusre niha bikare gaza Kilorê dirust bike.

 

De Mistura ragihand, rojên bihê ji bo yekalîkirina êrişa hikumeta Sûriyê bo ser Idlibê gelek hestiyar in û ew daxwaza parastina korîdora mirovî ya Idlibê dikin.

 

Şanderê Netewên Yekgirtî bo krîza Sûriyê dibêje, helwêsta her yek ji Rûsya û Îran û Tirkiyê derbarê Idlibê de gelek giring e û hersê welatan rola xwe di paşxistina êrişa hikumeta Sûriyê bo ser Idlibê heye.

 

Staffan de Mistura got: “Di rêya konferansan de me çend amaje bihîstin ku hikumet dixweze 10ê Îlonê weke dawî dem bo êrişkirina ser Idlibê destnîşan bike. Lewma ya li cem me giring e û daxwaza me ji serok Putin û serok Erdogan ew e ku gotûbêjan bikin û gotûbêjên teknîkî bi dawî bînin û çareseriyan bibînin, çareseriyeke nerm ji bo vê kirîzê.”

 

Şanderê Netewên Yekgirtî herwiha da xuyakirin, di çend heftiyên bihê de ji bo destpêkirina proseya siyasî li Sûriyê giring e û wan armancên xwe derbarê Sûriyê ji bîr nekirine.

 

Staffan de Mistura da zanîn, bi nêrîna wî çend heftiyên bihê derfetek in ji bo ji nû ve zîndîkirina proseya siyasî li Sûriyê.

 

De Mistûra ragihand jî, ku armancên wan li Sûriyê zelal in û di çarçoveya biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin