Daxwaza cezakirinê bo nobedarên Ozgur Gundemê hat kirin

Daxwaza cezakirinê bo nobedarên Ozgur Gundemê hat kirin

Dozgerî xwest ku Onderoglû, Nesîn û Korûr-Fîncanci werin cezakirin ku bûne nobedarên weşana Ozgur Gundemê. Dozgerî daxwaz kir bi tohmeta “propagandaya rêxistinê”, “tehrîkirina sûcî”, “pesindayina sûc û sûcdaran” werin darizandin.

A+A-

Doh, 9em danişîna doza Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê Erol Onderoglû, Prof. Dr. Sebnem Korûr Fîncanci Ahmet Nesîn birêve çû. Rojname di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatibû girtin.

Dozgerî derbarê esasa dosyayê de nêrîna xwe aşkere kiri û xwest ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê”, “tehrîkirina sûcî” û “parastina sûc û sûcdaran” werin cezakirin.

Heyeta 13em Cezayê Giran a Stenbolê ji bo ku bersûc û parêzerên wan paraznameyên xwe yên derbarê esasa dosyayê de amade bikin, biryar girt ku dadkirin 15ê Nîsanê, saet di 10.00ê de berdewam bike.

Şebnem Korûr Fîncanci û Erol Onderoglû beşdarî danişînê bûn.

Her weha Ahmet Şik, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konsolosê Fransayê, nûnerên RSFyê yên Almanya û Fransayê, nûnerên Komeleya Welatiyan, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dadkirin şopandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin