Darizandina TTBiyan îro destpê kir

Darizandina TTBiyan îro destpê kir

Ji ber daxuyaniyek li dijî dagirkirina Efrînê dabûn endamên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) têne darizandin. Darizandina wan îro destpê kir.

A+A-

Darizandina bijîşkên endamê TTBê ku ji ber li dijî dagirkirina Efrînê daxuyaniya 'Şer, pirsgirekeke tenduristiyê ya gel e' dabûn û doz li wan hatibû vekirin, îro 32emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê destpê kir.

Di parastina xwe de bijîkan gotin mafê herî rewa ew e ku meriv li dijî şerî derkeve û nexwaze zarok bêne kuştin.

Di danişînê de Serokê Berê yê Lijneya Navendî ya TTBê Prof. Dr. Raşît Tukelî got em bijîşk in û em dixwazin bila cîhan cihekî baştir bo jiyandinê be. Em bo civakeke tendurist aştiyê diparêzin lewre tenduristî ne tenê di warê klînîkî de tê pênasekirin."

Di danişîna îro de bijîşkan anîn zimên ew ê berdewam bin aştiyê biparêzin û li dijî şer derkevin û daxwaza me bo aştiyê di warê rêvebiriyê de weke sûc hatiye dîtin lêbelê, çi rêxistineke îllegal ji Yekîtiya Bijîşkên Tirk wê derkeve, çi jî peyrewên rêxistinî ji endamên wê derkeve.

Dadgehê biryar da ku danişîna bêyî ya dozê, dê 20ê Adarê wê were encamdan.

(Duvar/ Serkan Alan) 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin