Daristanên Serdeştê dişewitin

Daristanên Serdeştê dişewitin

Li Rojhilatê Kurdistanê, agir bi daristanên bajarokê Rebet ê ser bi bajarê Serdeştê ve ket û di encamê de bi dehan hektar daristan şewitîn.

A+A-

Li Rojhilatê Kurdistanê, agir bi daristanên bajarokê Rebet ê ser bi bajarê Serdeştê ve ket û di encamê de bi dehan hektar daristan şewitîn.

 

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Serdeştê ragihandin, ku ji şeva pêncşemiyê ve li nêzîkî gundên Mela Şêx, Bêzîlê û Şînwê agir bi daristanan ketiye û ji ber bayê zêde, di nava demek kurt de agir belav bûye û berdewam e.

 

Tîmên vemirandina agir û çalakvanên jîngehparêz ên Serdeştê hewl didin, agir kontrol bikin, lê ji ber bayekî zêde, heta niha hewldanên wan bê encam bûne û şewat li deverê berdewam e.

 

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama şewatê de heta niha herî kêm 20 hektar ji daristanên Serdeştê şewitîne.

 

Serokê Fermangeha Jîngeh û Avdêriyê yê Serdeştê Kamîl Hisêynî ragihand, ku agir bi cihên bilind ên çiyayan ketiye û lewma jî tîmên agir vemirandinê nekarîne bi hêsanî xwe bigihînin cihê şewatê û diyar jî kir ku hîn jî ziyanên wê şewatê bi temamî nayên zanîn.

 

Bajarê Serdeştê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û li wî bajarî zêdetir ji 80 hezar hektar daristan heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin