DAIŞê vîdyoya Bagdadî belav kir

DAIŞê vîdyoya Bagdadî belav kir

Rêxistina DAIŞê peyameke vîdeoyî ya Ebûbekir Bexdadî belav kir. Di vîdyoya ku li serê logoya dezgeha Fûrqanê heye da dibêje ew ê li 8 welatan 92 êrîş pêk bînin.

A+A-

Ebûbekir Bexdadî di peyama xwe de bey'eta çekdarên Malî, Burkînafaso û Efxanistanê qebûl dike.

Bexdadî dibêje ku êrişên Srî Lankayê ji bo şerê Baxozê tolhildan bû û dibêje ku "şerê îro yê dewleta îslamî şerê man û nemanê ye".

Ebûbekir Bexdadî herwiha dibêje ku çekdarên wî ne li Lîbyayê, ne li Mûsilê, ne li Reqa û Baxozê xwe nedane dest û heta dema dawî ya "şehîdbûnê" şer kirine.

Bexdadî amaje bi wê yekê dike ku "şerê Îslamê li dijî xaçparêzan şerekî dirêj e, şerê Baxozê bi dawî bûye.

Ebûbekir Bexdadî dibêje ku "me biryar da ku 92 êriş li 8 welatên cîhanê encam bidin" û daxwaz dike ku êriş bikin ser "xaçparêzan bi taybetî yên Fransî".

Di dîmenan de xuya dike çekeke AK-47 li cem xwe daniye û ji çend kesan re diaxive ku rûyên wan hatine nixumandin.

Li ser vîdeoyê logoya dezgeha Furqanê heye ku dezgeha ragihandin û belavkirinê ya rêxistina DAIŞê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin