DAIŞ û Tirkiyê êrîşî YPGê dikin

DAIŞ û Tirkiyê êrîşî YPGê dikin

Bi nûçeya lezgîn hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê pêgehên Yekînenyên Parastina Gel (YPG) li bakurê Sûriyê bi giranî topbaran dike. Herwiha rêxistina DAIŞê jî bo dawîn gundê ku HSDê jê wergiribû cardin bidest bixe êrîş bir ser YPGê.

A+A-

Îro înê 25ê Çileya 2019an, artêşa Tirkiyê êrîşî hin pêgehên YPGê li rojavayê çemê Firatê li bakurê Sûriyê kir.

 

Artêşa Tirkiyê ragihand, ku yekîneyên topaxane yên wan îro 20 pêgehên YPGê yên li bajarokê Til Rifet li bakurê rojhilatê bajarê Helebê û başûrê rojhilatê bajarê Efrînê topbaran kirine.

 

Derbarê zirarên vê topbaranê de hêj ti zanyarî nehatine zanîn.

 

Herwiha Yekîneyên Parastina Gel derbarê topbaranê de hêj ti daxuyanî nedaye.

 
Li aliyekî din hat ragihandin DAIŞê bo herêma ku ji dest dabû cardin kontrol bike êrîş bire ser Hêzên Sûriya Demokratîk û di encama şer û pevçûnan de ji herdu aliyan 50 kes jiyana xwe ji dest daye.
 
Li gor agahiyan di 10ê Çilehê de bi armanca rizgarkirina dawîn gundê di destê DAIŞê de gundê Baghozê operasyon dabû destpêkirin û di encamê de gundê Baghozê ji dest DAIŞê rizgar kiribû.
DAIŞê jî bo cardin wê herêma daw3in bixe bin kontrola xwe, doh, herî kêm sê çalakiyên xwekujî pêk anîn. Li gor ahagiyan, 16 şervanên HSDê canê xwe ji dest daye, 34 milîsên DAIŞê jî hatine kuştin.
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin