DAIŞ li navçeyên Kurdistanî bihêz bûye û li derfetê digerin ji bo ku êriş bikin

DAIŞ li navçeyên Kurdistanî bihêz bûye û li derfetê digerin ji bo ku êriş bikin

Li hinek navçeyên Iraqê çekdarên ser bi DAIŞê ve, ev çend roj in ku dest bi tevgerê kirine. Fermandarekî Pêşmerge jî hişyarîyê dide ji bihêzbûna DAIŞê û dibêje, ew terorîst li derfetekê digerin ji bo ku êriş bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nûrî Heme Elî Berpirsê Enîya Başûr û Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ û tundrewên wek wê li Iraqê xwe bihêz dikin û li derfetekê digerin ji bo ku êrişan bikin. Li her dereke cîhanê ji destê wan were dê karên terorîstî bikin û dê sivîlan bikujin. Dixwazin ji cîhanê re bêjin em hene.”

Li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ku niha di bin destê hêzên Iraqê de ne, DAIŞ bihêz bûye ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin. Wî fermandarê Pêşmerge derbarê rewşa wan navçeyan wiha got: “Cihê pirsyarê ye ku heya niha kar li ser wan navçeyan nehatîye kirin û divê Hikûmeta Iraqê ligel Hêzên Pêşmerge bilez kar bikin ji bo nemana wan terorîstan û ji bo ku êdî DAIŞ li wir bihêz nebe.”

Heme Elî wiha domand: “Pêwîst e Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevre operasyonan bikin ji bo ji navbirina DAIŞê li wan navçeyên ku valahîya ewlehî li wan çêbûne. DAIŞ li wan navçeyan bihêz bûye ji ber ku Pêşmerge ne li wir e û Pêşmerge dikare wê metirsîya DAIŞê nehêle.”

Herwiha ragihand: “Tevgera DAIŞê li nêzîkî Kerkûkê jî heye û çekdarên wê dest bi karên terorîstî kirine. Xalên kontrolê datînin. Li nava xelkê jî dest bi propagendeyan ji xwe kirine.”

 Çavkanî: Rojeva Kurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin