
Dadgehê daxwaza azadkirina Demîrtaşî red kir
Daxwaza berdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta ku biryara DMMEyê hê nehatiye tekezkirin, nehat qabûlkirin.
A+A-
19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryara berdewamkirina girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş da.
19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, daxwaza berdana Demîrtaş ku 2 sal in girtiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwestibû ku bê berdan red kir.
Hate ragehandin, bi hinceta ku 'hêj biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehatiye tekezkirin' daxwaza berdana Demirtaşî ya ku ji aliyê parêzerên wî piştî biryara DMMEyê hatibû kirin, hatiye redkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin