Colemêrg/ Rêyên 23 gundan hatine girtin

Colemêrg/ Rêyên 23 gundan hatine girtin

Ji ber berfa zêde rêyên 23 gundan ên Colemêrg û Geverê hatiye girtin.

A+A-

Li Colemêrg û navçeya wê Geverê ji ber berfa zêde rêyên gelek jîwaran hatiye girtin.

Li gorî nûçeya ku malpera yuksekova haberê duh di saet 18.00ê de par ve kiriye, rêyên du gund û heşt gundikên bi ser Colemêrgê ve û du gund û 11 gundikên bi ser Geverê ve hatine girtin. Bi giştî rêyên 23 jînwaran hatiye girtin.

Zinar ketine ser rêya Çelê

Her weha zinar ketine ser rêya di navbera Colemêrg û Çelê de.

Di encama xebata ekîbên Midûriyeta Rêyên Bejayî de, tenê aliyekî rêyê piştî pênc saetan hatiye vekirin.

(yuksekovahaber/bianet)

* Fotograf: yuksekovahaber

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin