Cihê belema ku li Gola Wanê noqî bûbû hatîye dîtin

Cihê belema ku li Gola Wanê noqî bûbû hatîye dîtin

Parêzgarîya Wanê daxuyanîyek belav kir û got, cihê belema ku li Gola Wanê noqî bûbû hat dîtin

A+A-

 

Parêzgarîya Wanê daxuyanîyek belav kir û got, cihê belema ku li Gola Wanê noqî bûbû hat dîtin

Di daxuyanîya parêzgarîya Wanê de wiha jî tê gotin: “Xebatên derxistina belemê û cenezeyan destpêkirîye. Belem li girava Çarpanakê di kûrahîya 106.5 mîtroyê de hatîye dîtin.”

Belema herdu birayên bi navê Sedat û Medenî Akbaş, ku nêzîkî 50-60 koçberên neyasayî tê de bûn, di 27 Hezîranê de, li rasta taxa Altinsaçê ya navçeya Gevaşa parêzgeha Wanê, noqî nav ava gola Wanê bûbû.

Ji wê rojê ve, xebatên lêgerînê jib o dîtina belema windabûyî ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ve berdewam in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin