Cengiz Güngör ê nûnerê PAKê li Emniyeta Stenbolê îfade da

Cengiz Güngör ê nûnerê PAKê li Emniyeta Stenbolê îfade da

Zexmên li ser kurdan ên bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî didomin, Bi vê çerçoveyê li Stenbolê, Endamê PAKa li Stenbolê Cengîz Güngör, li emniyetê îfade da.

A+A-

Polîsên Stenbolê roja yekşemê 21ê Cotmehê, di saet:09.30an de, Cengîz Güngörê nûnerê PAKê yê Stenbolê, ji mala wî wergirtin û birin li Emnîyetê îfadeya wî sitendin.

Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî şandin de di derbarê Güngörî de wisa hat gotin:

"Cengîz Güngör piştî ku îfadeya xwe da serbest hate berdan.

Li Emnîyeta Stenbolê bi îdîaya ku Cengîz Güngör ‘’li ser sosyal medyayê propagandaya rêxistina terorê kirîye û pesnê wê daye’’ îfadeya wî hate sitendin.

Ew çalakîyên ku weke sebebê ‘’propagandaya rêxistina terorê’’ hatine destnîşan kirin jî ev in:

*Li Amedê , di sala 2015an de meşa jinan ya ku PAK jî beşdar bûye.

*Civîn û resepsîyona ku bi minasebeta yekemîn salvegera PAKê ya ku li Amedê hatibû li dar xistin.

*Civîn û çalakîya ji bo bi bîr anîna jenosîda Enfalê.

Nûnerê partîya ma yê Stenbolê Cengiz Güngör, ev îdîayên hatine kirin gişt red kir û got ‘’Ev tiştên ku hûn behs dikin gişt jî çalakî û civînên PAKê yên yasayî û meşrû ne.Tu eleqeya wê bi terorê û bi rêxistineke din ve tuneye. PAKê bi dehan caran li gorî bîr û bawerî û bernameya xwe çalakî ûxebatên bi vî rengî kirine’’.

Cengiz Güngör hate berdan , lê di rojên pêş de wê dîyar bibe ka dê dozger di derheqê wî de dozê veke yan na.

Belê, ne cara yekem e ku PAK tûşî êrîşên bi rengî dibe. Berîya vê jî, Serokê Giştî yê partîya me û gelek rêvebir û endamên me jî tûşî lêpirsînan bibûn, di derheqê wan de doz hatibûn vekirin; hinek hevalên me jî ceza xwaribûn.

Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî berê xwe daye wan partî û kesayetîyên ku xebata legal dimeşînin û li dijî şer û tûnd û tûjîyê derdikevin: dewleta Tirkîyeyê dixwaze rê li ber xebatên wan yên sîyasî û yên fikrî bigire. Ev jî gelekî balkêş e.

Em van êrîşên li ser azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî şermezar dikin."

21.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin