Çekdar baca bi zorê li ser cotkarên Efrînê disepînin

Çekdar baca bi zorê li ser cotkarên Efrînê disepînin

Grûpa çekdar a el Hemzat a ser bi Tirkîyê ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, baca bi zorê li ser cotkarên gundê Dêrwîş ferz dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor Efrîn Media Center, çekarên grûpa çekdar a el Hemzat baceke diravî yan 1 teneke zeyt li ser her 100 darên zeytûnan li gundê Dêrwîş ferz kirine.

Li gor wê navenda ku binpêkirinên grûpên çekdar li herêma Efrînê belge dike, çekdarên wê grûpê rê li cotkaran digirin û nahêlin biçin nava zevîyên xwe.

Her cotkarekî ku biçe nav zevîyên xwe, çekdarek ligel diçe û pereyan ji cotkar disitîne.

Heman navendê dîyar kirîye, ku artêşa Tirkîyê gundê Dêrwîş kirîye bingeheke serbazî û rê nade gundîyan vegerin malên xwe, ji ber vê yekê jî gundî li gundên derdorê niştecî bûne û ji wan gundan diçin nav zevîyên xwe.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin