Çavuşoglu û Pompeo li hev civiyan

Çavuşoglu û Pompeo li hev civiyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Amerîkayî Mike Pompeo re li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat ba hev.

A+A-

Hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kêm zêde 45 xulakan berdewam kir.

 

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên dualî û herêmî sekinîn, mijarên derbarê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî de jî hatin rojevê.

 

Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê û di daxuyaniyeke berî hevdîtina xwe li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, ragihandibû  ku rêkevtina Tirkiyê ya bi Amerîkayê re ne tenê ji bo Minbicê ye û bo deverên din e jî û diyar kir, ew hewl didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku wî weke baskê PKKê yê li Sûriyê bi nav kir, li Rojhilatê Firatê jî nehêlin.

 

Herwiha lii New Yorkê wezîrê derveyê Tirkiyê bal kişandibû ser têkiliyên di navbera Enqere û Waşintonê de û got, niha têkiliyên navbera herdu welatan di rewşeke nebaş de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin