Çavuşoğlu: Me daxwaz kiriye ji dorpêçên li ser Îranê bexşandî bin

Çavuşoğlu: Me daxwaz kiriye ji dorpêçên li ser Îranê bexşandî bin

Wezîrê Dervê yê Tirkiyeyê Mevlüt Çavuşoğlu ragihand ku wan daxwaz ji Emerîkayê kiriye ku ji sepandina dorpêça li ser îranê bexşandî bin.

A+A-

4ê meha pêşiya me, sepandina dorpêçên li ser Îranê dê bi temamî werie sepandin.

Di derbarê vê yekê de Wezirê Derve yê Tirkiyeyê Mevlüt Çavuşoğlu daxuyaniyek da û got Tirkiyeyê di vî warî de helwesta xwe bi zelalî ji Emerîkayê re nîşan daye û digel ku di hin mijaran de nelihevkirî bin jî Îranê ew cîran e ku Tirkiye pê re bazirganiyê dike, petrol û xazê jê distîne.

Çavuşoğluyî herwiha got Emerîka bi tena serê xwe vê dorpêçê disepîne û Japonya, Asya, welatên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê li dijî vê ne.

Çavuşoğlu got şandeke Emerîkî hatiye Tirkiyeyê û digel me civiyane, me ji wan re digel sedman rave kir û Tüpraş jî çû Emerîkayê û ravek kir ku çima divê ji Îranê petrolê bistînin. Ev ne biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, çima Emerîka welatên dinan ceza dike.

Çavuşoğlu got me daxwaza bexşandîbûna ji van dorpêçan li Emerîkayê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin